“Bi Felsefeya Rêber Apo Em vîna xwe ya kedkar ava dikin” Bi vê dirûşmê, 2’emîn Konferansa Yekîtiya kedkarên bajarê Minbicê û gundewarê wê, li navenda bajarê Minbicê hat li dar xistin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û biryarên girîng hatin girtin.
Yekîtiya Kedkarên Minbcê û gundewarên wê, bi beşdarbûna hevserokatiya rêxistinên civaka sivîl û hevserokê Yekîtiya Kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist.
Konfirans li navenda Çand û Huner ya bajêr bi dirûşma “Bi felsefeya Rêber Apo em vîna xwe ya kedkar ava dikin” hat lidarxistin.
Di niqaşên konferansê de behsa rola kedkaran ya di civakan de û bandora wan ya li cîhanê hat kirin.
Piştî gelek niqaşan, bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê hat eşkere kirin.
Konferans bi encamnameyê bi dawî bû
Li gorî wê, ev bend hatin rangihandin.
1-Li hemû qadan mezinkirina daxwaz û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.
2- Berdewamkirina xebatên ji bo avakirina civakek azad, demokratîk û azadiya jinê.
3- Parastina mafê kedkaran di hemû sazî û beşên giştî û taybet de.
4- Aktîfkirina Sindoqa Hevkariya Kedê li ser asta Yekîtiya Kedkaran li Minbicê û gundewarên wê.
5- Berdewamkirina xebatên ji bo perwerdehiya xurtkirina mirovên kedkar.
6- Zêdekirina xebatên ji bo zêdekirina endamên kedkar di yekîtiyê.
7-Ji bo xurtkirina xebatên yekîtiyê koordînasyona bi Yekîtiyên din re.
8- Ji bo piştgiriya kedkaran ya di hemû aliyan de pêşxistina koordînasyona bi hemû rêxistinan re.