Li Minbicê êrişên Dewleta Tirk a dagirker hatin şermezar kirin

Şêneyên Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê û êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê meşek li dar xistin.

Di meşê de hedefgirtina navenda ciwanan hate şermezar kirin û hate diyar kirin ku wê berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker mezintir bibe.

Her wiha hate destnîşan kirin ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin heta serkeftinê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Back to top button