Rêveberiya Xweser a Efrînê : Di dagirkirna Efrînê de Rûsya hevkarê Tirkiyê ye

Bi boneya 3. Salvegera êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ,Tevgera Civaka Demokratîk a Helebê û Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Minbicê bi daxuyaniyên cuda, sûcên şer yên dewleta Tirk û hevkariya hêzên navnetewî şermezar kirin û diyar kirin ku bi yekîtiya Kurdan û gelên herêmê wê Efrîn rizgar bibe.

Bi nêzîkbûna salavegera 3. a êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û daxuyanên cuda hatin dayîn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li pêşiya baregeha Rûsyayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û rêvekirina Rûsyayê ji van êrîşan re şermezar kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir armanca dewleta tirk qirkirina çand, dîrok, nasnameya gelê Kurd û pêkanîna siyaseta guhertina demografiya Efrînê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de, rola Rûsya di dagirkirina Efrînê de şermezar kir û diyar kir bi vekşandina Rûsya hêzên xwe ji Efrînê, rê li pêşiya dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re vekir.

Rêveberiya Xweser a Efrînê destnîşan kir ku bêdengiya dewletên navneteweyî di nav Rûsya tê wateya ku bi Tirkiyeyê re hevkar in.

TEV-DEM a Helebê: Bi yekîtiya Kurdan Efrîn wê rizgar bibe

Li pêşiya navenda TEV-DEM’ê ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê Tevgera Civaka Demokratîk a Helebê salvegera sêyemîn a êrîşên li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Hat diyar kirin sûcên ku li dijî jin û şêniyên Efrînê pêk hatine, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Rêxistina TEV-DEM a Heleb destnîşan kir bi van êrîşan nêzî nîv milyon koçberên Sûriyê ji ber aramiya Efrînê li Efrînê bi cih bibûn, carek din hatin koçber kirin.

Her wiha bang li tevahî Gelê Kurd hat kirin ku ji bo têkbirina dagikeriyê divê yekîtiya xwe ava bikin.

Ciwanên Minbicê soza rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk dan

Li bajarê Minbicê ji bo salvegerA 3. a êrîşên dewleta Tirk li Efrînê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Efrînê hat şermezar kirin û hat gotin ku tekoşîn û berxwedana wan li dijî hemû cureyên dagirkeriyê berdewam dike.

Ciwanan soz dan ku wê bajarê Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.

Back to top button