Partiya Sûriya Pêşerojê: Efrîn 200 hezar koçber hembêz dikir

Partiya Pêşerojê a Sûriya li Reqayê bi boneya salvegera êrişên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, civînek pêk anî.
Endamê Desteya Rêveber a Partiyê Ezîz Hesen got: “Efrîn herêmeke bi ewle bû û 200 hezar koçberên ji herêmên Sûriyê hembêz dikir.”

Bi boneya salvegera 3’emîn a êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, îro Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Reqayê civînek ji gel re li dar xist.

Civîn li hola El-Tac a Reqayê bi tevlîbûna sedan şênî, endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, pêk hat.

Di civînê de, endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Ezîz Hesen axivî, behsa dîroka Rojhilata Navîn û planên ku dewletên biyanî li ser Rojhilata Navîn saz dikin, kir û got:

Dewleta Tirk îro dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne, vê xakê dagir bike û fitneyê di nava gelên herêmê de derxe, Her weha hewl dide van herêman tevlî xaka Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk difikirî ku bi dagirkirina Efrînê, projeya Rêveberiya Xweser li sernaserê herêmê têk bibe, ji ber vê yekê, dest bi êrîşa dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî kir, lê belê nikarîbû rêveberiya herêmê têk bibe.

Ezîz Hesen diyar kir ku li Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê hebûn, bi hev re jiyaneke hevbeş dijiyan û rêveberiya xwe bi xwe ava kiribûn.

Ezîz Hesen piştgiriya xwe bi şêniyên Efrînê re nîşan da û weha bi dawî kir:

Gelê Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê soz didin gelê Efrînê ku dê heta rizgarkirina Efrînê li kêleka wan bin.

Piştî axaftinê, sinevizyonek li ser dîroka Sûriyê û sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê, hate pêşandin.

Back to top button