Meclîsa Gel a Mexmurê: PDK ji mirina şêniyên kampê berpirse

Rêveberiya Mexmûrê têkildarî mirina bi guman a Metîn Adugît û Hacî Heyder Dêrhînî daxuyaniyek da û kiryarên PDK’ê şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk ve mirina bi guman a Metîn Adugît û Hacî Heyder Dêrhînî bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Mecila Gel got ku PDK ji mirina van hemwelatiyên berpirsyar e.

Hat destnîşankirin ku saziyên mafê mirovan jî bi heman şêweyî berpirsyariya xwe di van mirinên bi guman de heye, ji ber ku baş bi erka xwe ranebûne.

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmurê bang li hêzên berpirsyar, partiyên siyasî, NY kirin ku ji van kirinên PDK’ê yên der mirovî re bêjîn bese û dawî li zilma ser gelê penaber bînin.

Meclîsa Gel bang li hemû aliyan kir ku nebin hevkarê PDK’ê, derbarê mirina Metîn Adûgît û Hacî Heyder de lêpirsînên pêwîst bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button