Ji doh ve dagirkeriya Tirk êrişî herêmê dike.
Hemû êrişên xwe bi balafirên şer pêk anîn.
Ji Dêrikê bigire, heta bi Kobanê û Şehba êriş hebûn.
Di van êrişan de, nûçegihê ANHA’yê Îsam Ebdullah jî di nav de 11 kes şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.
16 leşkerên hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dan û 16 jî birîndar bûn.
Doh dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Ji Dêrikê bigire heta Kobanê û Şehbayê êriş bi balafiran pêk hatin û di encamê de birîndar û şehîd çêbûn.
Di vê çarçoveyê de dagirkeran bi balafiran li navenda bajarê Kobanê û gundên wê dan.
Nûçegihanê Stêrk TV Mihemed El-Ceradû birîndar bû
Taybet Daristana Kobanê û rêya Cerablus û Girê Meştenûr ê dikeve başûrê Kobanê bombebaran kirin.
Di êrişa li dijî Girê Meştenûr de nûçegihanê Stêrk Tv Mihemed El-Ceradê birîndar bû.
Li gundê Qizelî yê rojavayê Kobanê nûqteyek hêzên hikumeta Şamê bû hedef û 2 leşkerên wan birîndar bûn.
Vê sibehê jî nexweşxaneya Covid19 ya Kobanê jî bû hedefa êrişan û nexweşxane bi temamî hat rûxandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Dêrikê barand
Di heman demê de Dêrikê jî bû hedefa êrişan.
Û gundê Teqil Beqil û Til Şiyê bû hedefa êrişên dewleta dagirker.
11 kes şehîd bûn û 6 jî birîndar in
Di vê êrişê de jî 11 kes şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bû.
Di nava şehîdan de Xeyrî Mexmûrî û nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah jî hene.
Zirgan- 3 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan
Li Zirganê jî depoya genim a gundê Aliya û nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Til Hermel bûn armanca êrişan.
Di êrişa dawî de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Dagirkeran Şehba, Şera û Şêrewa bombebaran kirin
Şehbayê, Şêrawa û Şera jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Di topbarana li ser gundê Dêr Cemalê ê Şêrawa de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.
Nuqteyeke din a li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê jî hat hedefgirtin kirin.
3 leşkerên hikûmetê jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.
Li gundê Şewarxa yê navçeya Şera jî 10 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.