Meclisa Giştî ya PYD’ê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nirx û mafên xwe biparêzin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dauxyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a faşîst her tim mayîn xwe bi bindestkirin û mêtingerkirina gelên herêmê ve girêda ye.
Bi taybet gelê Kurd da ku wî tune bike û ji hemû aliyan ve qir bike. Ji damezirandina komara xwe ve, tunekirina gelê Kurd û koçberkirina wî, kiriye bingeha stratejiya xwe. ”
PYD’ê teqezkir ku ev êriş wê vîna wan neşikine û projeya xwe ya netewa demokratîk û biratiya gelan pêk bînin.
PYD’ê bang li pêkhateyên Sûriyê kir li ber xwe bidin, li ser bingeha parastina rewa nirx û rûmeta xwe, dîrok û mafên xwe yên demokratîk biparêzin.
Her wiha bang li gelên cîhanê kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li rex gelên herêmê bisekinin