Messi Ballon d’Or a 8. qezenc kir

Piştî mereqên zêde, xwediyê Ballon d’Or (Goka Zêrîn) diyar bû.
Stêrkê Arjantîn û Inter Miamî Lionel Messi cara 8. ev gok qezenc kir.
Bi vê yekê re rekoreke ku derbaskirina wê zehmete bidest xist.

Di temenê xwe yê 36 saliyê de jî Ballon d’Or qezenc kir.

Stêrkê Arjantîn Leonel Messî yê 36 salî, par di Kopa Cîhanê ya li Qeterê de bandorek xwe ya sereke dabû çêkirin.

Messi di merasîma xelatdayînê ya ku li Parîsê hat lidarxistin de axivî û got,

“Pir xweş e ku careke din li vir bim û vê xelatê bi dest bixim.

Xeyala min qezenckirina Kupaya Cîhanê bû.”

Messi diyar kir ku wî ticarî xeyalek wiha nedikir ku wê rojekê bigihêje astekî wiha.

Piştî lîstikvanê berê yê Barcelona û PSGyê Messi, lîstikvanê ku herî zêde ev xelat bi dest xistiye, bi 5 caran Cristiano Ronaldo ye.

Lîstikvanê Portugal û Al Nasr Ronaldo ji 2017’an ve ev xelat qezenc nekiriye.

Her wiha Ronaldo ji sala 2003’an ve cara yekeme îsal ji bo xelatê nehat destnîşankirin.

Lîstikvanê ku di Topa Zêrîn a serketî bi dengê 100 rojnamegeran hat diyarkirin de cihê xwe di rêza duyemîn de girtî, lîstikvanê Norwêc û Manchester Cityê Erling Haaland bû.

Haaland jî di merasîmê de xelata Gerd Muller ya Herî Baş wergirt.

Haaland di merasîma xelatdayînê de spasiya hemû xebatkarên Manchester City û malbata xwe kir.

Îsal ji tîma Menchester City 7 leyîstikvan namzetê Goka Zêrîn bûn.

Leyîstikvanê Îngilîstan û Real Madridê Jude Bellingham xelata lîstikvanê herî baş ê di bin 21 saliyê de, golparêzê Arjantîn û Aston Villa Emiliano Martinez jî bû golparêzê salê.

Îsal 5 leyîstikvanên herî zêde deng girtîn jî navê wan wiha ne:

1. Lionel Messi (Arjantîn û PSG/Inter Miami)
2. Erling Haaland (Norwêc û Manchester City)
3. Kylian Mbappe (Fransa û PSG)
4. Kevin De Bruyne (Belçîka û Manchester City)
5. Rodri (Spanya û Manchester City)

Back to top button