Hêzên Asayîşê: 2 kesên pereyên sexte bi kar dianîn, hatin girtin

Hêzên Asayişê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên ku pereyên zexte bi kar dianîn, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên li dijî tawanan li Reqayê 2 kesên ku dolarên sexte bi kar dianîn, girtin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 11’ê Adarê, hêzên li dijî tawanan piştî komkirina belge û delîlan 2 kesên ku pereyên sexte bi kar dianîn, girtin.

Di dema girtina her du kesan de 9 hezar û 200 dolarên Amerîkî yên sexte yên di destên wan de, hatin desteserkirin.”

Di lêpirsînê de her du kesan li xwe mikur hatin ku pereyên sexte bi kar dianîn..

Her du kesên pereyên sexte bi kar dianîn sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin.

Back to top button