Zindaneke Ekwdorê..Xizmên 68 girtiyên hatine kuştin ji bo girtina cenzayên xwe kom bûn

Doh li girtîgehekê Başûr-rojavayê Ekwadorê komkujî çêbû.
Di encamê de 68 girtî bi renegeke hovane hatin kuştin.
Xizmên kuştiyan ji li ber derê nexweşxaneyan li benda girtina cenazeyên xwe kom bûn.

Xizmên kesên di bûyerê de hatine kuştin hikumetê ji rewşê tewambar dikin û dibêjin,

Ji ber ku ew rewşa li zindanan nizanin û ev rewş rûdaye.

Balbat ji bo naskirina cenzayên xizmên xwe li ber derê nexweşxaneyê kom bûn.

Bûyer pêr li girtîgeha bajarê Guayaquilê rû da.

Hate ragihandin ku girtî bi kêr, çek û teqemeniyan bi kev ketin.

Li gorî agahiyan, di vî şerî de ku roja Înê qewimî gelek girtî hatin parçekirin.

Dozgeriya welat eşkere kir ku di şer de li 2 beşên zindanê 68 girtî hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn.

28’ê Îlonê li heman bajarî ji ber şerê çeteyan 119 girtî hatibûn kuştin.

Ev yek weke komkujiya herî mezin a dîroka girtîgehên Ekwadorê de hatibû pênasekirin.

Ekuador di navbera Kolombiya û Perûyê de ye û weke qada derbaskirina madeyêm hişbir ber bi Amerîka û Ewrûpayê ve tê bikaranîn.

Back to top button