Efrîn..Dagirkeran li Bilbilê bi ser malekê de girtin û tiştên malê dizîn

Sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê her diçe zêde dibe.
Dagirkeran malên gundên gundê Kurzîlê û Dêwrîş de girt û gelek kesên sivîl revadin.
Navenda Sûrî ji bo Edalet û lêpirsînê diyar kir ku di guhartina demografiya Efrînê de, Kiwêt û Qeter şirîkê dewleta Tirk in.

Li Efrînê dagirkirî her diçe sûc û haovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku li gundê Korzîla yê Bilibilê, Beriya du rojan çeteyan ji bo dizînê bi ser mala şêniyê bi navê Zuhêr Memo yê 55 salî de girt.

Hat diyar kirin çeteyan piştî dest û lengên endamê wê malbatê girêdan, pere, televîzyon, têlefonên dest, motorsîklet û alavên malê dizîn.

Dagirker bi ser gundê Dêwrîş ya şera girt û hejmareke sivîl revandin

30′ nîsana derbasbûyî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Dêwrîş yê navçeya Şera girt û hejmareke ji ciwanên gund revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî, di nava kesên ku hatin revandin de ciwanên bi navê Idrîs Xelîl Elî, Mihemed Hisên Sîdo hene.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê jî ragihand ji destpêka meha Gulanê 4 sivîl li Efrînê hatine revadin.

Navenda Edaletê: Kiwêt û Qeter şirîkên guhartina demografiya Efrînê ne

Li alîyekî din, Navenda Sûrî ji bo Edalat û Lêpirsînê di rapereke xwe de ragihand ku dewletên Mîna Kiwêt û Qeter, di guhartin demografiya Efrînê de şirîkê dewleta Tirk in.

Navendê destnîşan kir ku, pirojeya Kiwêt El-Rehme ya ku komeleya Şam El-Xêr li navçeya Şêrewa ava dike, destekê darayî ji Heyita El-Xeyriyê El- Islamiyê jî digre.

Heyita El-Xeyriyê El- Islamiyê ya ku navenda wî li Kiwêtê ye, bi dewleta Kiwêtê girêdayî ye.

Li gorî Navendê niha, Heyita di bin seroketiya Şêwermedê Dîwana Mîr a dewleta Kiwîtê de ye.

Dewleta Tirk bi rêya komeleyên girêdayî wê li Efrîn û navçeyên wê ji malbatên çeteyan re 7 wargehan ava dikin.

Back to top button