Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên din bi Coronayê mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawî de 11 kes bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenidrustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dane 6 mêrin û 5 jinin.

Mustefa destnîşan kir ku 36 kesên bi coronayê ketine ji wan 15 mêr û 21 jin in û 7 kesên nexweş jî baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişte 16 hezar û 502 kesan, 668 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 704 kes jî baş bûne.

Back to top button