Dewleta Tirk boriya avê teqand û jiyana milyonek kesî xist xeteriyê

Tevî bangewaziyên NY yên seknandina êrîşîn jî dewleta Tirk di ya xwe de israr dike û peymanan binpê dike. Dewleta Tirk a dagirke dîsa jiyana milyonek kesî xiste xeteriyê û boriya avê ya diçe Kantona Hesekê û navçeyên wê teqand. Dagirkeriya dewleta Tirk bi vê jî neseknî û raste rast sivlên gundê Um El-Kêf yê Til Temirê jî topbaran kir û sivîlek birîndar kir.

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker boriya avê ya ku ji Serêkaniyê diçe Til Temir, Hesekê û heta navçeya Şedadê teqiya û ji xizmetê derket.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed dest nîşan kir ku ji ber teqandina boriyê, goleke mezin a avê çêbûye.

Ji êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an û heta niha ev cara 5. ku dewleta Tirk av li ser herêmê qut dike.

Bi taybet di demekî ku vîrûs li herêmên derdur belav dibe, dagirkeriya dewleta tirk bi zanabûn ava li ser herêmê qut dike.

Dewleta Tirk li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê sivîlek birîndar kir

Di saetên nîvro de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Um El-Kêf yê Til Temirê topbaran kir.

Di êrîşê de, şêniyê bi navê Xalid Mihemed Îbrahîm yê 27 salî birîndar bû.

Xalid rakirin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê.

Dayika Xalid, Fatima Ziyab diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane wan tobparan dike.

Duh jî dewleta Tirk 4 sivîl li gundê Rebîat birîndar kirin

Doh dagirkeriya dewleta Tirk gundê Rebîat, Mihermel û Gûliyê yên nêzî navçeya Zirganê û nuqteyên rejîma Sûrî, bi dijwarî topbaran kirin.

Di êrîşê de 4 kes birîndar bûbûn.

Tevî bangewaziyên NY’yê yên rawestandina çalakiyên leşkerî ji ber metirsiya vîrusa Coronayê, lê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî didomîne.

Li gundewarê Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk hat

Di vê navberê îro derwriya hevbeş a leşkerên Rûsiya û Tirkiyê li gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê û gundên Zirganê pêk hat.

Back to top button
Close
Close