Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê balafireke Wîfaqê anî xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xistina balafireke girêdayî hikûmeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn, ragihand.

Îro Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku hêzên wan balafireke şer a hikûmeta Wîfaqê li rojhilatê Mesratayê xist.

Ehmed El-Mismarî teqez kir ku di encamê de pîlot û alîkarî wî hatin kuştin.

Artêşa Niştimanî dewleta Tirk tawanbar kiribû ku ew destwerdaneke yekser di karûbarê Lîbyayê de dike, ku çeteyên ji Sûriyê tevî alavên leşkerî dişîne Lîbyayê.

Artêşa Niştimanî diyar kir ku wan bi hikûmeta Tûnisê re li hev kir ku operasyonên leşkerî yên hevbeş li ser sînor bikin.

Back to top button