Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Kure jehro yê bajarokê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Li gorî nûçeya ajansa Roj News balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê îro saet 13:00’an bombe li Çiyayê Kurejehro yê bajarokê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Hate ragihandin ku balafirên şer bombe li nêzî cihê sivîlan barandine.
Di bombebaranê de zirar gihişte bax û baxçeyên sivîlan.