CENTCOM: 6 moşek û balafireke bê mirov a Hûsiyan hat bêbandorkirin

Heya niha li Behra Sor çareseriyek ji bo parastina keştiyên welatan nehatiye dîtin.
Hê jî Husiyan êrîşên xwe pêk tînin û hêzên navnetewî jî bersiva êrîşan didin.
Husiyan berpirsyariya êrîşên li ser 54 keştiyan a li Behra Sor û Kendava Adenê girtin ser xwe.
Ji hêlekê din jî dîsa ji vê şerê sîvîlan zirarê dibine ku parek mezin jê digirin.
Balyozxaneya Amerîka li Yemenê li ser medya civakî daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku êrîşên Husiyan dibe sedem ku bihaya xwarin û kelûpelan zêde bibe.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê 6 moşekên Cruse yên Husiyan ku ji avêtinê re hatibûn amadekirin, bê bandor kirine.

CENTCOM`ê di daxuyaniya ku li ser X’ê de parve kiriye, da zanîn ku balafireke bêmirov li başûrê Behra Sor xistiye xwarê.

Husiyan berpirsyariya êrîşên li ser 54 keştiyan girtin ser xwe

Hûsiyan ji Mijdara par ve êrîşên xwe yên li Behra Sor û Kendava Adenê didomînin.

Lîderê Husiyan a li Yemenê Abdulmelik el-Husî berpirsyariya êrîşên li ser 54 keştiyan a li Behra Sor û Kendava Adenê girt ser xwe.

El Husi da zanîn ku ji meha Mijdarê ve di êrîşan de 384 moşek û balafirên bê mirov hatiye karanîn.

Her wiha lîderê Husiyan behsa êrîşên li ser keştiyan a li Behra Sor, Babul Mendep, Kendava Adenê û Behra Ummanê kir û gef li hêzên ku bersiva êrîşên wan didin xwar.

El Husî hişyarî da welatên Ewropî

Her wiha el Husî hişyarî da welatên Ewropî ku beşdarî êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê nebin.

El Husî bal kişand şerê li Xezayê û anî ziman ku heya alîkarî negihêje Filîstiniyên li Xezayê dê êrîşên xwe bidomînin.

Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Yemenê Abdulhakim Amer jî diyar kir ku êrîşên hewayî ya hêzên Rojavayî ya li dijî Husiyan ti bandorê xwe tune ye.

Abdulhakim Amer destnîşan kir ku divê hêzên Rojavayî li qadê bawerî li leşkerên Yemenê bînin û biryareke leşkerî bê dayîn.

Amer ji ajansa nûçeyan a Alem-el Erebî (AWP) re axivî û diyar kir ku heger parastina hewayî ya artêşa Yemenê hebe ew amede ne krîzê çareser bikin.

Amerîka: Êrîşên Husiyan bihaya li ser kelûpelan zêde dike

Balyozxaneya Amerîka li Yemenê li ser medya civakî daxuyaniyek parve kir.

Di dayaniya balyozxaneyê de wiha hat gotin:

“Êrişên Husiyan a li dijî keşiyên bazirganiyê jiyana mirovên li Yemenê bandor dike.

Çûnûhatina keştiyên bazirganiyê ji bo pêwîstiyên mirovan sûdê dide.

Lê ji ber êrîşan ev yek dibe sedem ku bihaya xwarin û kelûpelan zêde bibe.”

Operasyonên hêzên navneteweyî li Behra Sor

Back to top button