Kombûna Jinên Zenûbiya li dijî bûyera hovane ya li Til Semin doz vekir

Kombûna jinan ya Zenûbiya doz li kesên ku êşkence li du jinên li gundê Til Semin kiribûn, rakir.

Kombûna jinan ya Zenûbiya têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

“Bi ruhê vê qonaxa dîrokî û bi ruhê berxwedana jinan li herêmên rizgarkirî ku 8’ê Adarê pêşwazî dikin û çalakiyan li dar dixin, di heman demê de jin bi bûyerên kuştin, tundî û êşkenceyê re rû bi rû ne.

Tevî xebatên bi salan yên ji bo guhertina vê zêhniyetê heta niha jin dibe qurbaniya adat û kevneşopiyên civakê.

Mînaka her dawî jî bûyera ku li gundê Til Semin qewimî bû.

Em weke kombûna jinên Zenûbiya doz li sûcdaran vekir û em careke din vê bûyera hovane şermezar dikin.

Ji bo ku sûcdar cezayê ku heq dike bibîne doz bi rayedarên eleqedar re tê şopandin.

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk sûcên li dijî jinan tên kirin şermezar kir

Back to top button