Li Fransayê cotkaran careke din dest bi çalakiyê kirin

Tevî gelek tedbîrên ku hikumeta Fransayê girtine jî çalakiyên cotkaran berdewam dikin.
Îro careke din bi sedan cotkar tevî traktorên xwe daketin nava Parîsê.

Li paytexta Fransa Parîsê ku fuara çandiniyê didome, nêzî 150 cotkar vê sibê dest bi çalakiyê kirin.

Cotkaran bi traktorên xwe yên ku baliyên kayê lê barkirî serê vê sibê daketin qadan û rê li çûn û hatinê girtin.

Cotkaran di çalakiya xwe de polîtîkayên hikumetê ya çandiniyê protesto kirin.

Sendîkaya Koordînasyona Çolterê ragihand ku ew mafê xwe yên çalakiyên aştiyane bikartînin û bang li cotkaran kirin ku çalakiyên xwe ên li Parîsê mezin bikin.

Polîsan jî destwerdan li cotkaran kirin û 66 kes xistin binçavan.

Qanûna parastina hawîrdorê yê bi nîqaş

Back to top button