Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Rûsya li Qamişlo dest bi avakirin baregeheke leşkerî kir

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku Rûsya li Bakurê Sûrî, li bajarê Qamişlo dest bi avakirina baregehe leşkerî kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji televizyoneke Rûsî re ragihand ku wan li bajarê Qamişlo dest bi avakirina baregeheke ”Helîkopteran” kirine.
Di vê çarçoveyê de Rûsya ji baregeha Hemêmîm a li Lazqiyê ber bi Balafiregha Qamişlo ve dest bi veguhestina pergala Parastina Esmanî kir.
Her wiha heta niha 3 balafirên leşkerî li balfirgeha Qamişlo hatine bicîhkirin.
Ajansa Tevzveda:
Li balafirgeha Qamişlo 3 balafirên leşkerî yên Rûsyayê hatin bicîhkirin
Ajansa Tvzvezda ya Rûsî jî dîmenên van balfiran weşand û ev agahî piştrast kir.
Beriya çend rojan jî rojnameyek Rûsî ragihand ku Rûsya wê balafirgeha Qamişlo heya 49 salan kirê bike.
Rojnameyê îdîa kir ku hebûna Rûsya li Qamişlo wê bihêle rejîma Sûrî giştî herêmê kontrol bike û rejîm û Kurd bigihên lihevkirinekê.

Leave a Reply

Back to top button