Qanûna parastina hawîrdorê yê bi nîqaş

Gelek welatên Ewropî cotkaran ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikumetê xwepêşandan li darxistin.
Tevlî traktor û wesayîtên xwe daketin kolan û navêndên bajêr balê kişandin li ser daxwazên xwe.
Lê tevî vê jî li Parlamentoya Ewropayê qanûna parastina hawîrdorê yê bi nîqaş hat erêkirin.

Parlamentoya Ewropayê tevî şermezarkirina cotkaran qanûna parastina hawîrdorê yê bi nîqaş erê kir.

Cotkar bertekê vê yekê nîşan didin.

Li gelek welatên Ewropî bi hefteyan ji bo vê yekê xwepêşandan dihat lidarxistin.

Di dengdana li parlamentoya Ewropî de 329 dengê erê, 275 dengên na hat dayîn û 24 jî bê alî man.

Li gor vê dengdanê qanûna parastina hawîrdorê hat erêkirin.

Qanûn beşeke sereke ya Peymana Kesk a Ewropayê ya Yekîtiya Ewropayê pêk tîne.

Bi peymanê re, Yekîtiya Ewropayê pêş dibîne ku li cîhanê xwe bigihîne armancên herî bi îdda yên avhewa û cihêrengiya biyolojîk.

Li gorî qanûnê divê welatên endam heta sala 2030’î ji bo vegerandina xwezayê herî kêm ji pêncan yekê herêmên xwe yên bejahî û deryayê tedbîran bigirin.

Hat gotin guhertina dawî ya pejirandî ya qanûnê ji ber nerazîbûnên cotkaran û dijberiya muhafazakaran ji pêşnûmeyê cuda ye.

Cotkarên ku ji ji ber hin qedexeyên hawirdorê aciz in, roja Duşemê li Brukselê bû sedema şermezarkirinê.

Rêxistinên cotkaran diyar dikin ku ev qedexe dibe sedema reqabeta ne adil û debara cotkaran di bin xeteriyê de ye.

Cotkar qaîdeyên qanûnî yên li ser parastina jîngehê pir sînordar dibînin û gazinan ji dahata kêm û pêşbaziya ji îthalata erzan a ji derveyî Yekîtiya Ewropî dikin.

Xwepêşandanên li Spanyayê roja Sêşemê berdewam kirin, cotkarên li herêma bakurê rojhilatê Katalonyayê li nêzî sînorê Fransa kom bûn.

Bi hezaran cotkarên Polonî jî li Varşovayê xwepêşandan kirin.

Li Ewropayê cotkar ji bo mafê xwe di nav çalakiyan de ne

Back to top button