Komîteya zimhêrê li Qamişlo komîteyê 80 ton ard di 4 depoyan de desteser kir

Komîteya Zimhêrê ya Qamişlo 80 ton ard di 4 depoyên li gundên bajêr de desteser kir.

Xwediyên wan depoyan her du cureyên ard ên esmer û spî tevlihev dikirin û bi buhayê ardê spî difrotin firinên taybet.

Hevserokê Rêveberiya Zimhêrê ya herêma Cizîrê Ebdulselam Celûd diyar kir ku çend bazirganên ard jî hatin girtin.

Ebdulselam Celûd anî ziman ku wê girtekên qanûnî li dijî wan bêne girtin û got,

“Li gorî miqdara ku hatiye desteserkirin jî wê cezayên malî li wan bêne ferzkirin.

Piştre wê ji aliyên têkildar re bêne radestkirin da ku li gorî qanûnan bên cezakirin.”

Celûd destnîşan kir ku dizîna ard sedemek e ku ji ber wê aloziya nan li herêmê derketiye.

Ev toreya bazirganan ji 12 kesan pêk tê û lêgerîna li endamên din ên toreyê berdewam dike.

Back to top button