Ermenistan…partiya Paşînyan wê hikumeta nû ava bike

Li Ermendistanê encama hilbijartina pêşwext bi awayekî fermî eşkere bû.
Hikumeta nû ya welat wê ji aliyê partiya Paşînyan ve were avakirin.
Ji bo avakirina hikumeta nû li pêşiya Paşînyan 15 roj dem heye.

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Ermenistanê encamên fermî yên hilbijartina pêşwext ên ku di 20’ê Hezîranê de li welêt hatin kirin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Komîsyona Hilbijartinê, partiya Alîkarê Serokwezîr Nîkol Paşînyan, “Peymana Sivîl”, ji sedî 53,91 deng stend û di hilbijartinan de wekî partiya yekem derket.

Li aliyê din, partiya serokê berê Robert Kocharian, tenê ji sedî 21,9 deng stend.

Kocharyan di hilbijartinan de wekî dijberê herî girîng yê Paşînyan dihat dîtin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 49,39 hat ragihandin.

Ev rêje bi 1 milyon 281 hezar û 997 hilbijêran re têkildar e.

Li Ermenîstanê, endamên meclîsê yên ku bi hilbijartinê têne diyarkirin ji bo pênc salan têne hilbijartin.

Li gorî encamên hilbijartinê, dê di parlamentoya Ermenistanê ya nû de herî kêm 101 parlamenter hebin.

Li meclîsa berê 132 parlamenter hebûn.

Mafê damezirandina hikumetê û destnîşankirina berbijarê serokwezîr li Ermenistanê partiya ku piraniya wê li parlamentoyê digire ye.

Serokwezîr ku di parlamentoyê de hatî hilbijartin, serokê welat destnîşan dike.

Divê piştî destnîşankirina serokwezîr di nav 15 rojan de hikumet were damezrandin.

Back to top button