Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Xelef El-Omer li Dêrazorê şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya hêzên Asayîşê derbarê nasnameya şehîd ev agahî parve kir: “Şehîd Xelef El-Omer beriya 5 salan tevlî nava refên Hêzên Asayîşê bû.
Tevlîbûna wî ji ber hezkirina ji xak, welat û parastina wê re bû.
Şehîd Xelef El-Omer di erkên xwe de endamekî çalak bû, hertim bi hezkirin û hevkariyê bi rêhevalên xwe re mijûl dibû.
Xelef El-Omer dema erka xwe ya parastina ewlehî û aramiya welatê xwe bi cih dianî di encama êrişeke çeteyan de şehîd bû.
Em wek hêzên Asayîşê sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Xelef re dixwazin.”
Li gorî navenda ragihandina Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Xelef El-Omer
Navê bav: Etallah
Navê dayikê: Şekhe
Cih û dîroka tevlêbûnê: El Bisîre 11-7-2018ʹan.
Cih û dîroka şehadetê: El Sebha 2-3-2023ʹan.