Çeteyên DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyên li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr ê Mexmûrê kir.
Li ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr êrişî pêşmergeyan kir.
Pêşmergeyan jî bersiva êrişê dan, di encamê de şer di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê der derket.
Têkildarî mijarê heya niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedaran ve nehatiye dayîn.
Duh jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendên pêşmergeyan ên li gundê Qere-selîm ê Kerkûkê, kir
Di vê êrişî de, 4 pêşmerge şehîd bûn û yek jî birîndar bû.