Hewldanên Iraqê yên bidestxistina malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê

Di wextekê de ku êrişên DAIŞ’ê li Başûr zêde bûne hikûmeta Iraqê xwest malbatên DAIŞ’iyan yên li Kampa Holê di Şengalê re derbasê Iraqê bike, lê Şengaliyan nehişt. 

Hikûmeta Iraqê ji bo ku malbatên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê bibe Iraqê 20 pas şandin Sinûnê û xwest di gundê Borikê re derbasê Rojavayê Kurdistanê bike.

Lê Şengaliyan ev hewldana ku di vê pêvajoya hesas a zêdebûna êrişan de pêk tê weke hewldaneke provakatîv dîtin û nerazîbûn nîşandan.

Li ser nerazîbûna gel pasên xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, paşde hatin vegerandin.

Back to top button