Li Til Birakê li dijî tecerîdê semînerek hate dayîn

Li dijî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocelan bertek roj bi roj zêdetir dibin.
Li Til Birakê semînerek derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo hate dayîn de.
Malbatên şehîdan yên Qamişlo jî gotin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurttir bikin.

Li dijî tecrîda giran meş, semîner, daxuyanî û her wiha gelek çalakî têne lidarxistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin.

Îro jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê semînerek bi navê “Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bilind bikin”.

Di semînerê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El Ilêwî axivî û got:

“Hîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel veşartina agahiyan ji parêzer û malbata wî, dewam dike.

Ev yek zagonên exlaqî binpê dike û dûrî mafên mirovahiyê ye.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Şucah El-Hesir jî wiha anî ziman:

“Ramanên Rêbertî rêya me ronî dikin û jidayikbûna wî sembola avakirina civaka demokrat e.”

Back to top button