Malbata Şehîdan: Divê şêniyên Başûr li hember plana qirkirinê bêdeng nemînin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî jî kiryarên artêşa Iraqê şermezar kirin û banga bidawîkirina dorpêçê û pêkneanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker kir.

Têkîldarî mijara dorpêçê, hevjîna şehîdê HPC’ê Wehîd Xelîl, Ezîze Hisên da zanîn ku destê PDK’ê di vê dorpêçê de heye, ajandayên AKP’ê yên li dijî Kurdan pêk tînin.

Ezîze Hisên jî destnîşan kir ku divê gelê başûrê Kurdistanê serî li hember planên qirkirinê hilde û bêdeng nemîne.

Her wiha, bavê şehîdê YPG’ê Agirî Kurdistan, Bedrî Ebdullah destnîşan kir ku ev dorpêç hemû pîvanan binpê dike, nexasim ku ew di bin çavdêriya Neteweyê Yekbûyî (NY) de ye.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî bang li hikumeta Iraqê kir ku ajandeyên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina tevahiya herêmê û vejandina Osmaniyê, pêk neyne.

“Divê kesek li hemberî dorpêça li Wargeha Mexmûrê bedeng nemîne”

Back to top button