Malbatên şehîdan diyar kirin ku ew hêza xwe ya têkoşînê ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digirin û got “Bi xurtkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan ewê wefadariya xwe ya bi Rêbertiya xwe re nîşan bidin.”
Malbatên şehîdan ên kantona Qamişloyê anîn ziman ku Rêber Apo hêviya azadî û çareserkirina pirsgirêka Kurd e û got ew ê têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî xurt bikin.
Bavê şehîd Çeleng, Elî Elî anî ziman ku fikr û felsefeya neteweya demokratîk dermanê nexweşiyên civakê ye.
Birayê şehîd Zagros Çilaxa, Hisên Îbrahîm jî got ramanên Rêber Apo gel rizgar kir û rêya wan ronî kir, bi saya vî ramanê gel çand û dîroka xwe ji helandinê diparêzin.
Xwişka şehîd Xebat Til Koçer, Şecûra Mihemed Sekvan diyar kir ku Rêber Apo îradeya jinan xurt kir da ku bikarin rola xwe di birêxistinkirin û rizgarkirina civakê de pêk bînin.
Xwişka şehîd Gabar Til Elo, Xewla Silêman Mihemed jî destnîşan kir ku ew hêza xwe ya têkoşînê ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digire.



