Di desthilata nû ya Erdogan de Dolar li Tirkiyê bû 20,14 Lîre

Piştî ku şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan jinûve hate hilbijartin, Lîreyê Tirk careke din daket asta herî nizm û bêqîmet bû.

Li Tirkiyeyê roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê hate kirin.

Piştî ku hate eşkerekirin Recep Tayyîp Erdogan bi ser ketiye, Lîreyê Tirk di asteke dîrokî de bêqîmet bû, dolarek bû 20,14 lîre.

Erdogan ku kampanya xwe ya hilbijartinê li ser derew û faşîzmê meşand, di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de jî eşkere kirin ku wê polîtîkayên xwe yên aborî weke berê bimeşîne.

Ji fîrmaya Tellîmer a li Dûbaî Hasnaîn Malîk daneyên li ser aboriyên pêşketî nirxand û got,

“Hilbijartina Erdogan derfeta razemeniyê nade ti sermayeya biyanî.”

Aborînasê DYE’yî Roger Mark jî hişyarî da ku eger polîtîka neyê guhertin, Tirkiye ber bi krîzeke mezin ve biçe.

Aborînas dibêjin, dibe ku buhayê dolar îsal bigihêje heta 28 lîreyî.

OHD,Têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin

Back to top button