
Tecrîda li dijî Rêber Apo di nava hemû pêkhateyên de ku fikir û felsefeyên wî naskirine dibe sedema fikaran.
Di vê çarçoveyê de Êzîdiyên li Helebê jî bal kişandin li ser tecrîdê û li dijî vê yekê bertek nîşandan.
Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a Helebê Yildiz Mako axivî û wiha got:
“Bi rêya lidarxistina çalakiyan em ê fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û emê li kolanan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”
Endamê Rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a Helebê Hanan Silêman jî diyar kir ku tecrîd neheqiyeke mezin e û got:
“Divê rêxistinên navneteweyî, erkên xwe yên mirovî bînin cih.”
Her wiha endama yekitiyê Zehîde Ehmed tecrîd şermezar kir û da zanîn ku ji bo agahiyekê li ser Rêber Apo bibihîzin, wê çalakiyên xwe bidomînin.