HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di hilbijartina 14 û 28’ê gulanê de gelê me bersiva rast da Erdogan û emê siyaseta demokratîk mezin bikin û dev ji vê rêyê bernadin.

Partiyên siyasî her yek ji wan ji aliyên xwe ve encamên hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê nirxandin.

Hevserokê Giştî HDP Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin têkildarî tûra 2’yan a hilbijartina serokkomariyê daxuyanî dan.

Akin destnîşan kir ku li hemberî zextên rejîma yekzilamî, bi pêvajoyeke hilbijartinê ya ne wekhev re rû bi rû man, Erdogan derfetê dewlete hemû bikaranî.

Akin di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku wan di roja ewil a hilbijartinê de gûhertina rejîmê esas girtin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Me bi vê stratejiya xwe û têkoşîna xwe ya di vî warî de,di tûra ewil de Erdogan sekinandin.

Me di tûra 2’yan de jî heman stratejî bi armanca guherandina rejîmê domand.

Daneyên sindoqan jî nîşan didin ku hilbijêrên me bi awayekî birbiyar xwedî li polîtîka û armancên partiya me derketine û di vî warî de vîna xwe bi awayekî xurt daye der.

Li 16 bajarên ku herî zêde kurd lê dijîn, tercîha dengdayînê ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû, wekî 14’ê Gulanê dewam kiriye.

Gelê me tevî hemû zext û çewisandinan jî paş de gav neavêtiye.”

Akin di dawiya axaftina xwe de got:

“Em li vir in. Em ê hem li meclîsê hem jî li hemû qadên jiyanê, ji bo gurînê, pêşengiya têkoşîna demokratîk bikin û emê dev ji vê rêyê bernedin.”

Kemal Kiliçdaroglu: Em bi hilbijartineke gelekî newekhev re rû bi rû man

Back to top button