HPG: Li herêma Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de li herêma Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo tolhildana yek ji fermandarên Tevgera Azadiya Jin Bêrîvan Zîlan çalakî hatin lidarxistin û ev agahî hat parvekirin;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 21’ê Tebaxê tîmên bi tevger ên gerîla derb li helîkopterekê xistin ku dixwest Qada Çemço bombebaran bike.

Di encama destwerdanê de helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 21’ê Tebaxê li Girê Cûdî derb li hêzên dagirker hate xistin.

Li Girê Hekarî jî di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger yên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

Dîsa heman rojê li Girê Amediyê tîmên bi tevger yên YJA Starê du caran bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin û 2 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 21’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi çekên kîmyewî 13 caran bi helîkopteran, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi tank û obusan qadên berxwedanê ên gerîla bombebarankirin.

Back to top button