QSD: Nûçeyên Wezareta Parastinê ya Tirk a şehîdbûna 21 şervanên me ne rast e

Dewleta Tirk wekî her carê, dîsa nûçeyên derew belav kirin û tê de dibêje ku 21 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê bi daxuyaniyekê ev idîayên wezareta parastinê ya dewleta Tirk derewan û got, tu şervanên me şehîd nebûn e.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk de daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 21 şervanên wan derew in û got:

“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di 19, 20, 21 û 22`yê Tebaxê de nûçeyên derew belav kirin û tê de îdia kir ku 21 şervanên me şehîd bûne. Ev îdia dûrî rastiyê ne.”

Back to top button