4 Helbestvan ji aliyê HRRK’ê ve hatin xelatkirin

HRRK’ê 4 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`an de bi serketibûn, xelat kirin.

Doh ji bo xelatkirina her çar helbestvanan şahî li navenda HRRK’ê ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûn, rewşenbîr û nivîskaran hat lidarxistin.

Di vê salê de 30 ciwan ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê tev li pêşbirkê bibûn.

Ji wan 4 ciwan hatin xelatkirin.

Di asta yekemîn de helbesta ‘Ku tu werî’ ya helbestvan Ahîn El Omer,

Asta duyemîn helbesta ‘Were’ ya helbestvan Dilyar Osê.

Di asta sêyemîn de helbesta ‘Baskên Kevokê’ ya helbestvan Xecê Îsa.

Di asta çaremîn de jî helbesta `Hîna li vir im` ya helbestvan Mehmûd Misto xelatên xwe wergirtin.

Helbestvanan li pêşiya beşdaran berhemên xwe xwendin, paşê Koma Rojwar, stran gotin.

Back to top button