Qibris: Dewleta Tirk “Çete” ye û mafên me binpê dike

Li gel zêdegaviyên Erdogan di ava wê de, hikumeta Qibrisê rexnene tûj li dewleta Tirk kir û ew bi binpêkirina qanûna navdewletî tawanbar kir.

Hikumeta Qibrisê duh êrîşî dewleta Tirk kir û ew bi “dewleta Çete” ku qerfên xwe bi qanûna navdewletî dike, bi nav kir.

Qibirsê got, dewleta Tirk hewl dide aniha di herêma başûrê girava parçekirî de bixebite û li gazê bigere.

Li gorî hikumetê, ev herêm di bin destê şirketên Îtalî û Fransî de ye.

Tê zanîn, dewleta Tirk ji Tîrmeha borî ve û heya niha ev cara 4an ku lêgerînê pêk tîne.

Hikumeta Qibrisê her wiha diyar kir ku tevî peymanên van şirketan jî, dewleta Tirk ji ber xwe ve li gazê digere.

Misir: Divê rê li ber rêkarên Tirkiyê yên yekalî were girtin

Ji aliyê xwe ve Misir jî, teqezî li ser mafên Qibris û serweriya wê li herêma Rojhilatê Deryaya Spî kir û got:

Divê ev maf jî di çarçoveya qanûna navdewletî û peymana NY a qanûna deryayan de were parastin û ji
mafê Qibrisê ye li gaz û petrolê bigire.

Hikumeta Misirê, îşaret bi rêkarên dewleta Tirk ên yekalî jî kir û hişyar da ku ew bi vî rengî mafên Qibris û qanûna navdewletî binpê dike.

Leave a Reply

Back to top button