Komîteya Çandinî û avdanê ya Reqayê: Dest bi sererastkirina 2 kanalên avdanê kiriye

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku wan du proje ji bo sererastkirina kanalên avdanê yên Kidêran û Elbelîx dane destpêkirin.

Komîteya Çandinî û Avdanê dest bi du projeyên stratejîk kiriye, armanc ji wan sererastkirina pirsgirêkên toreya avdanê ye.

Li gorî Komîteyê, projeya yekemîn a kanala Kidêran e, ku bi navê Geliyê Elfêd jî tê naskirin.

Projeya duyemîn jî, paqijkirina kanala Elbelîx e, ku ji Bendava Feratê tê bajarê Tebqayê.

Serokê beşa sererastkirinê yê Buroya Çandinî û Avdanê Mihemed El-Elî diyar kir ku armanca van her du projeyan, firehkirina qada çandiniyê ye.

Her wiha Elelî destnîşan kir ku ev proje nêzîkî 50 hezar hiktarî av dide.

Li gorî texmîna berpirsiyarên Komîteyê, lêçûna van projeyên ku beriya hefteyekê dest pê kiriye, digihîje 144 milyon lîreyên Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button