Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanê wan Fîras Serdar 20’ê Hezîranê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.
YPG’ê anî ziman ku Fîras Serdar li dijî êrîşên hemû êrîşên dagirkeriyê, bi biryardarî sekinî û gav paş de neavêt.
YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Fîras Serdar
Nav û Paşnav: Ramazan Kazmiyan
Navê Dayikê: Amne
Navê Bav: Hemza
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Dîroka Şehadetê: 20 Pûşper 2020