Li Bakur û Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker didin û berxwedaneke mezin nîşan didin.
Gerîlayan li Heftenîn, Xakurkê û Çelê li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG a bi daxuyaniyek nivîskî ev agahî parvekir;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 8’ê Tîrmehê di çalakiyeke sekvanî ya li Girê Şehîd Adar leşkerek hate kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş yê li Herêma Xakûrkê bi cih bûbûn, çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
Heman rojê gerîlayan li dijî çeper û sitargehên li nêzî girê qereqolê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin û leşkerek hate kuştin.”