Hêzên Asayîşê li Dêrazorê, belavkarekî madeyên hişbirê girt.
Têkildarî Mijarê, Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û got:
Hêzên me li dijî madeyên hişbirê bê navber di nava lêgerîn û xebatê de ne.
“Di encama xebatan de, hêzên me gihiştin kesekî ku li Dêrazorê madeyên hişbirê belav dikirin.
Piştî şopandina liv û tevgera wî û piştrastkirina tevlîbûna wî di vî karî de, di kemînekî de hat girtin.
Di destê wî de 11 kefên heşîşê û 509 hebên hişbir ên Kaptagonê hatin desteserkirin.
Hêzên Asayîşê diyar kir ku ev kes ji Dozgeriya Giştî re hat şandin,
Û bang li gel kir ku bi wan re alîkar bin û derbarê kesên ku danû-standina bi van madeyan dike, wan agahdar bikin.
Qamişlo-4 kesên madeyên hişbirê difrotin û bi kar tanîn hatin girtin