Çeteyên dewleta Tirk 5 welatî li Efrînê revandin.
Efrîn POST ragihand ku çeteyên Suleyman Şah, welaiyê bi navê Xelîl Ebdo revandin û radestî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî kirin.
Xelîl Ebdo 35 salî ye û ji xelkê Gokan ê navçeya Mebata ye.
Hat diyar kirin ku Ebdo piştî dagirkirina Efrînê berê xwe dide Helebê û di 15 vê mehê de vedigere gundê xwe, lê tê revandin.
Piştî vegera wî li gund bi 3 rojan bi behaneya ku berê ew endamekî Asayîşê bû revandine.
Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn bi behaneya ku erka xweparastinê pêk anîne, çeteyan 4 welatî ji gundê Cemla yê Cindirêsê revandine.
Navê welatiyên hatine revandin jî wiha ye:
Ebd Elîko 35. Mihemed Binefşê 31. Cumaa Ilwan 27 Û Xalid Kel-xelo 25 salî ne.
Torê daxuyankirin ku heya niha aqûbeta wan ne diyar e.
Çete bi armanca girtina fidye, welatiyan direvînin.
Çeteyan ji bo berdana wî 5 hezar dolar fidye girt
Li aliyekî din jî çeteyên Eherar El-Şerqiyê ku welati Luqman Qedro revandibûn, 23’ê vê mehê de wî berdan.
Çeteyan li hember berdana wî 5 hezar dolar fidye girtin.