KODAR û PJAK’ê tevlîbûna xwe ya ji pêngava KCK’ê re ragihandin

KODAR û PJAK yên Rojhilatê Kurdistanê btevlibûna xwe ya ji pêngava KCK’ê re ragihand.
KODAR û PJAK’ê bi daxuyaniyek hevbeş pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ ragihandin. Her wiha bang li hemû gelên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kirin ku tevlî vê pêngavê bibin.

Piştgriya bi pêngava KCK’ê ya ”Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, Dema Azadiyê ye” her ku diçe xurtir dibe.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê bi daxuyaniyekê hevbeş tevlibûna xwe ya ji pêngavê re ragihand.

KODAR û PJAK’ê destnîşan kirin ku ew vê pêngavê, ji bo yekîtiya hemû gelên li Îranê yên mafên xwe dixwazin weke pêngaveke girîng dibînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîstiya azadiya gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi têkoşînek radîkal a gelan heye.

KODAR û PJAK’ê destnîşan kirin ku dewletên herêmî û hêzên hegemonîk ên cîhanê ji bo şerê xwe li ser gelan ferz bikin, Rêberê Ocalan dîl girtin û got,

“Niha dema azadiya gelên bindest û azadiya Rêber Ocalan hatiye, lewra dijmin jî baş dizane ku azadiya her dû aliyan bi hev ve girêdayî ye.

KODAR û PJAK’ê di daxuyaniyê de pêngava ‘Na darvekirinê re, Belê ji demokrasiyê re’ ragihandin.

Her wiha diyar kirin ku ji bo bi destxistina demokrasî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û dawî anîna darvekirinan divê herkes tevlî vê pêngavê bibe.

KODAR û PJAKê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

Back to top button