Li Tebqayê komxebata yekemîn a hunera şêwekariyê dest pê kir

Li Tebqayê Yekemîn Komxebata Hunera Şêwekariyê bi dirûşma “Bi hezkirina hunerê em bigehêjin hev û pêş bikevin” dest pê kir.

Di merasîmê vekirina komxebatê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên jinan, meclisên leşkerî, tevgerên ciwanan û hejmareke şênî amade bûn.

Têkîldarî komxebatê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaya axivî û got:

“Em vê komxebata ku şêwekar û peykersazên ji tevahî pêkhateyên herêmê anîn gel hev, pîroz dikin.

Ev komxebat hevgirtinê nîşan dide û şêwekariyê dide nasîn.”

Ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 şêwekar û peykersaz beşdarî komxebatê bûne û di nava 4 rojan de wêneyan xêz bikin.

Komxebat wê çar rojan dewam bike, di dawiyê de dê tabloyên şêwekaran li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê werin pêşandan.

Back to top button