Malbatên Şehîdan ê Reqayê: Bi xweparastin û hevgirtinê emê dagirkeriyê têk bibin

Malbatên şehîdan ên Reqayê destnîşan kirin ku bi hevgirtina pêkhateyan û xweparastinê dê dagirkeriya Tirk têk biçe.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, ku hewl dide hevgirtina gel û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Têkildarî mijarê, malbatên şehîdan ên Reqayê ji ajansa Hawarê re axivîn.

Dayika şehîd Xelef El Boş, Etab El Dêf diyar kir ku rê nadin dagirkeriya Tirk ku xaka wan dagir bike û got:

“Hemû pêkhate bira ne û tu cudahî di navbera Kurd, Suryan û Ereban de tune ye, emê bi yektiya xwe axa xwe biparêzin.”

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Ehmed El Hemûd destnîşan kir ew wek malbatên şehîdan û şêniyên Reqayê li gel QSD’ê ne, dê bi hev re axa xwe biparêzin.

Her wiha hevserokê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Elî Hesûn destnîşan kir ku erkê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkekî nîştîmanî ye, ew wek ciwan wê axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin.

Back to top button