Şervanên Minbicê: Ji bo serkeftinê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên dawî li ser herêmê helwest û amadebûna xwe nîşan dan. Şervanan got: Ji bo serkeftinê, pêwîstî bi têkoşîna hevpar a şervan û şêniyan heye û tekez kirin divê şêniyên herêmê li dora şervanên li eniyên şer kom bibin û destekê bidin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî gef û êrîşên li ser herêmê bertek nîşan dan û amadebûna xwe ya berxwedan û parastinê anîn ziman.

Şervanê ereb yê bi navê Mihemed Îbrahîm diyar kir ku ev gef û êrişên dawî şerekî taybet e û armanc jê valakirina herêmê ji xwediyên wê ye.

Heger dewleta Tirk êriş bike em di her demê de amade ne.

Em ji gelê xwe re dibêjin tiştê ku dewleta Tirk dibêje û li ser medya civakî belav dike nerast in û bila bawer nekin.

Mihemed Îbrahîm li dijî van êrîşan tekez kir divê şêniyên herêmê li dora şervanên li eniyên şer kom bibin.

Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heger gelê me li dora me bin em ê karibin li hember her êrişekê bisekinin.

Em şervan ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî re dibêjin her tiştê ku ewlehiya bajarê me xirab bike em qebûl nakin.

Şervanê kurd Mihemed El-Neîmî jî da xwuyakirin di demên dawî de dewleta Tirk şerekî derûnî li dijî gel li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

Mihemed El-Neîmî bi taybetî ji şêniyên Minbicê, ji tevahî şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser re ev peyam da.

Li dijî êrîş û gefên Tirkiyê, gelê herêmê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kurd, ereb û Suryanên xwe ve, biryara berxwedan û têkoşînê didin.

Back to top button