Enternasyonalîstên ku wê ji bo azadiya Rêberê Apo bimeşin, li Cenevreyê konferansek lidar xistin.
Îsal wê ‘Meşa Enternasyonalîst-Azadî Ji Bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” a 7’emîn bê lidarxistin û 6’ê Sibatê roja Duşemê wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê bike.
Aktîvîstên enternasyonalîst beriya meşê li salona konferansê ya Gandî ya Maîson Internatîonale (Mala Çandê ya Navneteweyî) a li bajarê Cenevreyê, konferansek lidarxistin.
Hevserokê KCDK-E’yê yuksel koç: Paradîgmaya Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo paradîgmaya ku danî holê, sînor derbas kirine û li hemû cîhanê ji bo gelên bindest pêşengiyê dike.