Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Şehbaû taxên Helebê kir

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serkêşiya hevseroka rêveberiyê Bêrîvan Xalid serdana Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Şandeyê serdana kampên koçberan, partiyên siyasî, dezgeh û Meclisên Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.

Di serdanê de behsa astengiyên dorpêçê, êrişên domdar ên dewleta Tirk û xebatên şaredariyan hatin kirin.

Şandeyê serdana nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li herêmê jî kir û pirsgirêkên nebûna derman û alavên pizîşkî nîqaş kirin..

Li gel rûsipiyên herêmê jî hevdîtin hat kirin û behsa siyasetên dewleta Tirk û hikumeta Şamê yên li dijî herêmê hatin kirin.

Back to top button