Li Zaxoyê agir bi wargeha penaberên Êzidî ket û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Zaxoyê Ehmed Remezan li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku agir bi 3 çadirên di wargeha Çemişko ya li Zaxoyê ku xelkê Êzidî têde ne, ketiye.
Ehmed Remezan da zanîn ku di encama agir de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha hate diyarkir ku ziyaneke zêde ya aborî jî li koçberan bûye.
Lê nehat zanîn bê ka agir ji ber çi bi çadiran ketiye.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku dema dawî bûyerên şewatê yên li kampên Êzidiyan pir zêde bûye û PDK’ê rê nade ku koçber vegerin Şengalê.



