YBŞ: Divê em tîfaqa xwe xurt bikin û rê nedin sîxûrtiyê

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ derbarê Operasyona Tolhildana Cangoriyan daxuyaniyek nivîskî belav kir û got;”Divê gelê me û civaka me şiyar bin, lazim e em van leyîstokan vale derxînin, em tifaqa xwe xurt bikin û rê nedin sîxûrtiyê.”

Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevkariya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê 24’ê Çileya 2023’an pêngaveke girtinê bi navê “Operasyona Tolhildanê” dijî sîxuran dabûn destpêkirin.

Fermandariya YBŞ derbarê Operasyona “Tolhildana Cangoriyan” daxuyaniyek belavkir û ragihand ku ewê tola hemû şehîdan hilînin.

YBŞ’ê di daxuyaniyê de weha got:

Ev demeke, dijî noker û sîxûrên girêdayî MÎT’a Tirk operasyona Tolhildana Cangoriyan daye destpêkirin.

Dewleta Tirk û alîgirên wê binkeftina DAIŞ’ê hezim nekirine, bi rê û rêbazên cûda dixwazin tişta DAIŞ’ê bi sernexist bigîhînin encamê, ji ber wê gelê me, hêzên me û saziyên me dikin hedef êrişan.

YBŞ’ê diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker van salên dawî bi şebekeyên sîxûr û nokeran li herêmê xebat dide meşandin û got:

Bi rêya van sîxûran dixwazin nirxên civaka me binpê bikin û bê parastin bihêlin.

Em weke YBŞ’ê û Yekîneyên Jinên Şengalê li hemberî van şebekeyan, siyaseta gemar û kiryarên bê exlaqî û dijî mirovahiyê operasyona şopandin û eşkerekirina planên wan daye destpêkirin.

Di operasyonê de, me hejmarek ji van sîxûran, belge û delîl bi dest xistin.

Îtîrafên ku hene beşek bi raya gîştî re hatin parvekirin. Operasyona me dewam e û li ser delîlên heyî lêkolînên didomin.

YBŞ, dawiyê bang li hemû beşên civakê kir ku xwedî roleke girîngîn be, li hember van qirêjiyan û siyaseta gemar xwedî helwest bin.

Pêwîste gelê me û civaka me şiyar bin, van leyîstokan vale derxînin, tifaqa xwe xûrtbikin û rê nedin sîxûrtiyê.

Back to top button