Mistefa Qeleçî: Kongre pêngavek erênî û ber bi rastiyê ve ye

Serkerterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qeleçî Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê erênî nirxand û weke pêngaveke ber bi rastiyê ve pênase kir. Qeleçî bang li tevahî aliyên Sûrî kir ku xwe bispêrin pêngavên mîna yên MSD da bibin bingeha diyalogê.

MSD’ê piştî 13 civînên ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna gelek kesayetên welatparêz û muxalif li dar xistin, di 25ê Mijdarê de li Hesekê Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist.

17 biryar û avakirina komîteyekê ku ji 16 endaman pêk tê, encamên Kongreyê bûn.

Ev komîte bi armanca pêkanîna biryaran û derbaskirina kêmasiyan, mekanîzmaya karê komîteyê û belavkirina erkan li ser endamên wê, hat avakirin.

Serkerterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qeleçî Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê weke pêngaveke ber bi rastiyê ve pênase kir.

Qeleçî dibêje:

“Di mantiqê siyasetê de, kêm ji tuneyî baştir e.

Tevî em tevlî hin encamnameyên kongreyê nabin jî, lê pêngaveke ber bi rastiyê ve ye.”

Qeleçî dibîne ku girîngiya vê kongreyê, di geşkirina girêdana hevbeş di navbera Sûriyan de ye, ji ber pirsgirêkan lêkolîn dike û çareseriyên guncaw jê re datîne.

Mistefa Qeleçî: Divê Sûrî xwe bispêrin pêngavên diyalogan ên MSD’ê

Mistefa Qeleçî beşdarî çend komxebatên MSD’ê bûbû û bi awayekî erênî ew nirxandin, ku armanca kongreyê berjewendiya nîştimanî ya tevahî Sûriyan digirt dest.

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qeleçî bang li tevahî aliyên Sûrî kir ku xwe bispêrin pêngavên mîna ya MSD, ji ber ew bingeha diyalogê ye.

Di demekê de ku çareya aloziya Sûriyê ber bi hev de nayê, MSD’ê karîbû aliyên vê aloziyê li hev kom bike.

Back to top button