Ayla Akat Ata: Birêz Ocalan misogeriya aştiyê ye

Siyasetmedar girtî Ayla Akat Ata û Sabahat Tuncel bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û wiha got: “Heke hûn têxin odeyekê û derî li ser qifle jî bikin, heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be.”

Rûniştina yekemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat.

Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Alî Urkut û Nazmî Gur tev li danişînê bûn.

Ayla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî û diyar kir ku gotinên wê yên derheqê Rêber Apo de û xebatên wê yên siyasî weke sûc hatine nîşandan.

Ayla balkişande ser xeta têkoşînê ya li dijî tecrîd û komployê û teqezkir ku ew ê li dijî zilmê têkoşîna xwe mezintir bikin û got:

Belkî îro belkî jî sibe dê fêm bikin bê ka em çima vê rewşê lanet dikin.

Birêz Abdullah Ocalan; misogeriya aştiya navxweyî û Rojhilata Navîn e.

Piştî radestî Tirkiyê kirin, projeyên aştiyê pêş xist.

Bi van projeyên xwe nîşan da ku Birêz Ocalan rêberekî siyasî ye.

Ayla Akat Ata: Birêz Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be

Ayla Akat da xuyakirin ku gotina wan û sekna wan jibo çareseriya demokratîk e û bi tu awayî tundî teşwîq ne kirine ji bo wê tên darezandin û wiha bi dawî kir:

“Hûn têxin odeyekê û derî li ser qilfe bikin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’, Birêz Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be.

Ne Îmrali girtîgeheke jirêzê ye ne jî Abdullah Ocalan girtiyekê jirêzê ye.

Lewma em îro tên darizandin.”

Sebahat Tuncel: Rêya çareserkirina meseleya Kurd Îmralî ye

Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel a ku 7 sal in girtiye têkildarî komploya li dijî rêber Abdulha Ocalan ji Girtîgeha Sîncanê bersiv da pirsên ajansa JINNEWS’ê.

Sebahat Tuncel da zanîn ku li Tirkiyê tecrîd di şexsê Birêz Abdulah Ocalan de li pêşiya demokrasî û aştiya gelên li Tirkiyê dibe asteng.

Li Îmraliyê sîstemeke taybet a hiqûqê û sîstema îşkenceyê kiriye meriyetê.

Ev bêhiqûqî li hemû girtîgehên Tirkiyê belav bûye.

Rêya çareserkirina meseleya kurd Îmralî ye.

Divê hemû saziyên li Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin meşandin bên gel hevdu.

Siyasetmedar Sebahat Tuncel derbarê zêdebûna êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev tişt got:

Tifaqa AKP-MHP’ê dixwaza Şoreşa Rojava ji holê rake.

Divê hemû kesên azadîxwaz li dijî êrişên dewleta tirk derkevin.

Zeynep Oduncu: “Ji bo aşîtî pêk were divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu jî anî ziman ku hêzên komploger ji fikr û ramanên rêber Apo ditirsin û wiha got:

Ji bo azadî û aştî pêk were divê rêber Abdulah Ocalan fîzîkî azad bibe.

Birêz Abdulah Ocalan bi fikra xwe jiyaneke nû ji jinê re afirand.

Jin bi fikra ‘heta jin azad nebe, civak azad nabe’ re pêşî ketin û xwedî li îradê û nirxên xwe derketin.

Back to top button